1. pêşîn: moderatorno, min xwest ku mijarê wekê "the book of boba fett" vekim lê sîstem -nizam çima- lê kir elmanî... |
|
16.01.2022 02:18 |
heval.js
|
2. Lı gorî min George Lucasî vî karekterî dîrekt ji serlehengê serîyên Duneê yê ku kitêba wê Frank Herbertî nivîsîye sûd wergirtîye. Jixwe piranîya fîlmên li ser dinyaya dîstopîk ya pêş ve diçe ji wir digirin. Boba Fett jî bi min mîna karekterê her sê kitêbên yê Duneê Paul Muaddîb e. Xelqê esîl yê gerstêrka Tatooinê ji zilmê xelas dike. Paul Muaddîb jî gerstêrka Duneê ji zilma Harkonnen xilas dike. Ecêb e ku her kes cîhana Star Warsê dizane lê ya Duneê nizane. |
|
17.01.2022 00:50 |
saqîsiwarîyo
|
3. zincîreya ku min îro di řojekê de xelas kir. wekî ku min ji bo the mandalorianê gotibû dişêm ji veya ře jî bibêjim ku ji fîlmên star warsê xweştir bû. zincîre bi zemanê the mandalorianê paralel diçe. terza stranan jî wek hev e, jixwe heman kesî beste kirîye. çawa di dawîya beşa çaremîn de strana the mandalorianê lê ket min got va ê mandalorian bê. di beşa pêncemîn de hat û ev beşe kir favorîya min. herweha beşa derbarê tusken'an jî gelek xweş bû. kotaya werzê jî xweş bû. tew dawîn dîmena wê ya bi groguyî nuwaze bû :D lê bi rastî min dixwast grogu li ba lukeî bimîne û bibe jedi. herçi yanî bi kurtasî û dawînî: the mandalorian>the book of boba fett>star wars |
|
16.02.2022 19:24 |
keyomerd
|
erdal kayayê tirkan [1] |
|
tirşik forûm [1] |
|
ez kurdan û kurdistanê nas dikim [3] |
|
gotinên pêşiyan [1] |
|
gotinên pêşiyan [2] |